• BIST 88.735
  • Altın 229,442
  • Dolar 6,0368
  • Euro 6,8881
  • Hakkari 29 °C
  • Van 26 °C
  • Şırnak 35 °C
  • Diyarbakır 35 °C
  • Batman 35 °C
  • Iğdır 30 °C
  • İstanbul 33 °C
  • Mardin 35 °C
  • Ankara 29 °C
  • Muş 23 °C

ERDNÎGARIYEKE BI ÊŞ Û KUL

Ramazan BADEM

Siyaseta qirêj û bi dek û dolap a xwînmij û bêbavan her tim, li rojhilata navîn, li Kurdistanê ango li herêma alema Îslamê bi awayekî hovane tê meşandin. Ji bo berjewendiyên xwe, ev netewdewletên xwedî polîtîqayên ne paqij, hemû navgînên dermirovî bi kar tînin û komkujiyan, netewkujiyan pêk tînin. Ev navgîn an amûr, carinan tanx û top û çek û balafir in; carinan jî mirov in. Mirovan bi mirovan didin kuştin mixabin. Rûpelên dîrokê yên reş û tarî şahidê bi hezaran trajediyên wiha ne û hîn jî bi xwîna ku bûye wek hibrê, ev rûpelên rûreşiyê tên nivîsandin.

Wek mînak li Tirkiyeyê bi salan jîtemê, hîzbulkontrayê û cerdevanan bi hezaran kes kuştin an jî ew li malên wan û li gundên wan kirin. Niha jî çawa ku gelek tişt di bin sîwana şaristanîbûnê de hat guhertîn an hat veşartin; zilm û zordariyê jî rê û rêbaza xwe guhert.

Îro wekî hûn jî dizanin rêxistineke bi navê Daişê ku ji xwe re dibêje Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê, xwediyê kirarî û hovaneyên wisa ne, tu kesî hîn jê re tu nav nedîtiye, tu beş jê re nehatiye diyarkirin. Vê yekê, vê sosretê jî bi ser navê dînê Îslamê dikin. Ev kesên wisa ne ku ne dîn bi wan re heye, ne exlaq û ne jî mirovahî. Ji ber ku em dizanin di Îslamê de ku hemû dînên semawî di xwe de hewandine, tu tiştên bi vî rengî tune ne. Bi rastî ya herî sosret û bi êş ew e ku hemû dinya, hemû netew li hember van hovaneyan li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Me di sêrî de gotibû ew netewdewletên ku carinan bi ser navê maf û azadiyan dizirin, bi ser navê şaristanîbûn û mirovhezkirinê dikin hewt e hewt, hûn baş bizanibin ku yên herî zordar, yên herî bêwijdan ew bi xwe ne. Îro dema em bala xwe bidin gelê Filistînî, gelê Sûrîyî, gelê Rojavayê Kurdistanê emê vê dîmenê zelaltir bibînin. Qaşo ew dewletên ku çavkaniya maf û azadiyan in, xwediyê saziyên parastina gelan in, îro ker û lal in. Hin ji wan jî wekî bêhemdan hewl didin ku bi daxuyaniyên xwe bibin lehengên xewnan. Yanê tu bawerî, tu bandor di axaftin û daxuyaniyên wan de tune ye. Wek mînak Tirkiye ji wan yek e. Bi hemû sazî û burokratên xwe ve dirdikeve, ji bo êrîşên Israîlê bi hezaran daxuyaniyên bi tund dide. Tu yê bibêjî qey hema Tirkiye dê bi Israîlê re şer bike. Lê ji aliyê din gelek danustandinan bi xwediyê van kirariyan re dike. Di bin guhê me de Daiş êrîşên hovane dibe ser Kobanî û derdora wê. Piştî ku Musil ket bin qontrola vê rêxistina terorî, bi hemû tanx û topên ku bi dest xist, dîsa berê xwe da herêma Rojavayê Kurdistanê. Hewl dida ku di 19ê Tîrmehê salvegera damezirandina xweser a qantona Kobaniyê de wê têk bibe û hîn jî ew êrîşên xwe didomîne. Ev tişt ji xwe yên ku tên zanîn. Ya balkêş û bi êş ew e ku Tirkiye piştgiriyê dide van kesan. Çekdarên wan ên ku birîndar dikevin, tînin li nexweşxaneyên nêzî sînor derman dikin an jî di gelek warên din de ji wan re dibin alîkar. Lewre li ser ew milîtanên ku hatin kuştin, nivîstekên bi mora Tirkî derketin û hîn bi hezeran delîl. Yek ji wan delîlan jî ew e Tirkiye heta niha nikare bi zelalî ji wan re bibêje terorîst. Tu, ji aliyekî hewl didi ku bi Kurdan re li hev werî, li aliyekî din jî naxwazî ku Kurd di bin zordariyê de rizgar bibin. Tu, ji aliyekî bo gelê Xazzeyê diqîrî, ji aliyê din jî mehluqên ku seran jê dikin xwedî dikî. Li hember van dîmenan ma ezê çawa baweriyê bi wan rondikên ku tu dibarînî, bînim. Dema dem dibe pesndayînê hûn dibêjin sîxuriya me pirr bi qewî ye. Lê parlamenterê Akpê yê Dîlokê derdikeve û dibêje ku heta niha ji 5000î zêdetir welatiyên Tirkiyeyê derbasî rexê Sûriyê tevlî Daişê bûne. Dîsa saziyên sîxurtiyê daxuyaniyan didin û dibêjin qasî 1000 tirimbêlên Tirkeyeyê bi awayekî qaçax, ji bo di teqînan de bê bikaranîn derbasî Sûriyê kirine. Wexta tu bixwazî ne bi hezaran kes û wesaîtan, tu çûçikekî nahêlî da ku sînor derbas bike. Lewre heta niha bi dehan kes hatin kuştin. Ji ber van ew daxuyaniyên we, ew qêrînên we yên ji bo gelên bindest û mazlum, tu bandorê li me nakiye û  dê neke jî.

Êdî ew sifreya guran ku wek bi peymanên Sykes Pîcot û Lozanan hatibû xemilandin, dê bê xerakirin. Çawa ku bêhna serxwebûna Kurdistanê tê ye, em hêvî dikin ku hemû gelên rojhilata navîn, hemû misilman, hemû bindest di bin zordarî û dagirkeriya dewletên sîtonîst de rizgar bibin. Êdî nebin  navgînên berjewendiyên wan. Bibin yek û li dijî neheqîyan bi awayekî rasteqîn dengê xwe bilind bikin. Lewre em niha dibînin hemû cîhan li hember zordariyên Israîlê ku li Xazzeyê dike, li hember rêxistina Daişê ku êrîşê her kesî bi taybetî êrîşê Kurdan dike û li hember zordariyên li Araqan, li rojhilata Turkistanê û hwd. ku pêk tên, ker û lal ma ne.

  • Yorumlar 0
  • Facebook Yorumları 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2007-2015 Zap Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.