• BIST 90.263
  • Altın 228,744
  • Dolar 5,9638
  • Euro 6,7561
  • Hakkari 24 °C
  • Van 22 °C
  • Şırnak 29 °C
  • Diyarbakır 33 °C
  • Batman 33 °C
  • Iğdır 25 °C
  • İstanbul 27 °C
  • Mardin 28 °C
  • Ankara 28 °C
  • Muş 22 °C

KESÊN KURDÎHEZ Û KURDPERWER

Ramazan BADEM

Neteweyên ku zimanê wan bi ber tunebûnê ve biçe, wê çanda wan jî wek ax û erdên bej (qeraç) be. Axa bej an qeraç, birçî dibe. Erdên ku birçî bibin jî wek mirovan in, wê devê xwe dirêjê pêsîrên biyaniya bikin. Neteweyên ku zimanên wan bi pêsirên biyanî bê xwedîkirin jî wekî ku stanbêjek dibêje: “wê di nava welatê xwe de jê dûr bimîn in.”

     Îro, dema em di bin sîwana van gotinan de bi awayekî gelemperî li rewşa civaka Kurd binêrin, bala xwe bidin ziman û çanda Kurdan, wê ev bilêvkirinan hemû bên pesendkirin an tesdîqkirin. Lewre di nava Kurdan de bi Kurdî axaftin an axaftina bi Kurdî pirr kêm e mixabin, em dikarin bibêjin hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve jî diçe. Çerxên pergala bişavtinê berê bi eşkere dizivirî, vê gavê bi lez û beztir û bi veşartî xebatên xwe didomîn e bi rêya gelek navgînan.. Hin kes dikarin li dijî vê yekê derkevin, dikarin bibêjin tu pirr mezin dikî, tu pirr kesekî reşbîn î filan bêvan. Xwezî ne wisa bûya, xwezî me niha qala pêşvebirin û pirr axaftina zimanê Kurdî bikira.. lê sed carî mixabin..

    Divê hişmendiyeke zimanheziyê, netewhezkirinê, hişmendiyeke bê berjewendî di nava gelê me de bê vejîn. Hişmendiyeke netewhezkirinê, zimanhezkirinê tê fêmkirin, gelo hişmendiyeke bê berjewendî çî ye, çawa ye?.. Ew jî ev e ku îro gelek kes ji me, bi çavekî paragmatîst li tiştan, li xwendinê hwd dinêrin. (Çima em xwedî nêrîneke wiha ne, çima em ketin an xistin vê rewşê jî mijareke din e).. Em beşa ku herî xweş be an a ku em jê zêdetir hezbikin naxwînin, kîjana pêşeroja wê ji aliyê aborî ve baş be, kîjan derfetên wê yê karkirinê hebe em wê dixwînin. (ev jî rastiyeke din e û carinan jî mecburî ye). Îro li ser axaftina Kurdî an fêrbûna Kurdî jî heman rewş heye. Dema tu dibêjî çima zarokên we bi Kurdî nizanin, hûn çima Kurdî fêrî wan an hînê wan nakin?! Dibêjin ma ku bi Kurdî bizanibin wê çibikin, ka Kurdî wê zikên wan têr bike? Mezin û piçûkên me, xwende û nexwendeyên me, welatperwer û newelatperwerên me tev de li ser vê hişmendiyê ne.. Mixabin, tu bala xwe didî dayîkên me, bi du sê peyvên Tirkî bi newiyên xwe re hewl didin ku bi Tirkî biaxifin, tu yê bibêjî qey Xwedê Teala gotiye bi van re ferze ku hûn bi vî zimanî biaxifin- xwedêkî du sê peyvên tenê dizanin-. Ji aliyê din di warê Kurd û Kurdperweriyê de kesên ku tu dibêjî ev û ne tu kesekî din, tu dibînî ku zarokên wan peyvek bi Kurdî nizanin. Yên hişyar û ne hişyar hemû di çemekî de diherikin..

     Teqez ji sedemên kêmbûna rêjeya axaftina Kurdî de rol û pergala dewletê ya neyînî pirr û pirr e. Her kes vê yekê bi eşkerane dizane, ne hewceye ku ez bêjim jî. Lê hin hewldanên ku mirov wek kesayet dikare bîne cîh henin. Dema tu hatî mal û tu bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxifî, ma wê kî bibêje çi?!..

   Ez dixwazim serpêhatiya ku rehmetî mam Herekol Azîzan(C. Bedirxan) di nivîsa xwe ya 1942an ya di 40. Kovara Hawarê de bilêv dike bi kurtasî bi bîra we bixim. Dibe ku piçekî tesîrê li me bike, em jî şerm û fedî bikin û li zimanê xwe bicivin.

  Di salên 1877an de di dema şerê Osmanî û Ûrisan (Rûs) de gelek neteweyên Belqanê wek Sirp, Bulxar serxebûna xwe bi dest dixin. Êdî jiyaneke bi zimanê xwe pêk tînin, çand û hunerên xwe diparêzin, nirx û kevneşopiyên xwe ji nû ve vedijînin. Ev yek bala hin kesên ku zimanê wan jî bi ber tunebûnê ve diçe dikişîne. Ji wan kesan yek jî Elyêzer bîn Yehûdayê ku li Ûrisê dijiya bû. Zimanê Elyêzer Îbranî bû û ew ziman êdî li ber mirinê bû. Elyêzar dixwaze ku vî zimanê xwe hîn bibe û ji nû ve vejîne. Li ser vê biryara xwe dide û di sala 1878an de diçe Parîsê. Li wir zimanê xwe bi rêk û pêk hîn dibe, fikrên xwe yên millî belav dike û bi keça mamosteyê xwe re dizewice. Lê divê ji bo tovreşandinê erdek an zewiyeke hebe da ku wî li wir bireşîn e. Bi vê mebestê ji bo belavkirin û hînkirina zimanê xwe diçe Filîstinê digel xanima xwe. Elyêzer, di keştiyê de dema bi ber axa ve diçe hin peyvên Îbranî hînê hevjîna xwe dike. Wexta digihêjin cîhê xwe jina wî dike nake pê nikare, Elyêzer biryar standiye divê ji xeynî zimanê Îbranî bi tu zimanî neyê axaftin. Li ser tevgera wî ya wiha welatiyên wî bi xwe, li dijî wî derdiketin û digotin ev dîn e. Her wiha Elyêzer bi serê xwe hewl dide bi salan xebat û lêkolînan dike, ferheng û rojnameyan derdixe. Ji ber ku di mala wî de xeynî bi zimanê Îbranî nedihat axaftin zarokên wan dema mezin dibin di nava gel de wekî ku lal bin. Malbata wî her çiqas di zîvarî û tunebûnê de bijiya jî, ji wî re ne xem bû. Dema dihat malê ku ditît zarokên wî bi Îbranî diaxifin, hemû dert û kulên xwe jibîr dikir. Ewqas kêfa wî pê re dihat. Her wiha mesele dewam dike. Di sala 1922an dema Elyêzer dimire êdî zimanê Îbranî li Filîstinê digel zimanên Erebî û Îngilîzî dibe zimanekî fermî.

Rehmetî mam Bedirxan dema qala vê meselê dike mirov dibêje qey mam Bedirxan xweziya xwe bi dilê Elyêzer tîne. Em jî îro dibêjin xweziya me bi dilê malbata Bedirxaniyan. Lewre hîmê zimanê Kurdî danîne.

    Erê, weke ku we jî bihîst Elyêzer bi serê xwe zimanê xwe yê ber mirinê ji nû ve vejand. Ziman weke mirovan in; ji dayîk dibin, mezin dibin û dimirin. Ger em bi zimanê xwe neaxfin wê bimire û biçe. Wê wextê mixabin wekî ku David Crystal gotiye “Mirina zimanekî mirina neteweyekî ye.”  wê pêk bê. Em bala xwe didin jin û mêrên hev ên Kurdan, him kurdîhezin him kurdperwer in lê mixabin zarokên wan peyvekê bi kurdî nizanin. Civak an neteweyên ku hîmê zimanê xwe baş daneynin û zimanê xwe nizanibin, wê bi dejenerebûnê re rû bi rû bimînin. Ev rastiyeke, civak an neteweyên ku dixwazin nasnameyên xwe yên neteweyî biparêzin, divê beriya her tiştî zimanê xwe biparêz inEv yek jî encax wê bi axaftin, nivîsandin, xwedî lêderketin û bi xwendina Kurdî pêk were.

   Seyda Mele Ehmedê Xanê nêzî 300, 400 salî beriya niha di Mem û Zîna xwe de wiha diqîr e: “ Ey siltan û paşanino!!!.. divê hûn sîkeya yanê mora qebûlkirinê ya fermî li zimanê Kurdî bidin. Heke hûn wisa nekin wê bazar û rewaca vî zimanî kesat bibe. Mixabin Seyda negihiştiye meqsed û mirazê xwe û koçê dinyeya din kiriye.

    Her wiha  Şêx Ebduselam Barzanî ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û ji bo Kurdan hin maf bê dayîn wesîqayeka bi navê “wesîqeya Dihokê” pêşniyazê Îtîhat û Terekiyan dike. Lê mixabin ev yek dibe sedema dardakirina wî. Ew jî weka Seydayê Xanê meqsed û mirazên xwe li dû xwe dihêle û diçe. Her wiha  Mele Saîdê Kurdî dixwaze zanîngeheke bi navê Medresetü’z-Zehrayê bê vekirin û di zankoyê de bi sê zimanan perwerde bê dayîn, lê mixabin ew jî bi mecnûntî an bi dînîtiyê tê tawanbarkirin û wî diavêjin girtigehê...

  Divê em jî îro dîroka xwe li ber çavên xwe din û li gor wê tevbigerin. Divê her yek ji me wek kesayetekî/ê hewl bide û qet nebe di mala xwe de bi Kurdî biaxife. Wekî ku mam C. Bedirxan gotiye dema mirov tê malê, çawa ku cilên xwe diguherîne divê zimanê xwe jî biguherîne û bi zimanê maderê an yê bi zikmakî biaxife, zimanê kuçeyan li derve bihêle. Kesekî biyanî yê bi navê Churchill dibêje ez tenê dema kesek bi zimanê xwe yê dayîkê an bi zimanê zikmakî nizanibe aligirê li lêdana(lêxistin) wî me. Bila ev  û çend beyit ji helbesta nemir Cîgerxwîn ji me bibin şîretek.

Vejîne zimanê xwe ey vwendevan

Nebûye milet hîç kesek bê ziman

Zimanê me xoş û xeroş û ciwan

Eger baş bizanî tu nakîj ziyan

Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî

Eger baş nizanî divê zêdekî.   

  • Yorumlar 0
  • Facebook Yorumları 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2007-2015 Zap Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.