• BIST 90.263
  • Altın 228,744
  • Dolar 5,9638
  • Euro 6,7561
  • Hakkari 24 °C
  • Van 22 °C
  • Şırnak 29 °C
  • Diyarbakır 33 °C
  • Batman 33 °C
  • Iğdır 25 °C
  • İstanbul 27 °C
  • Mardin 28 °C
  • Ankara 28 °C
  • Muş 22 °C

ROJ NEÇÛ AVA

Ramazan BADEM

Îro rojê(tav) jî li hember hovîtiya ew kesên ku ji wan re mirov tê gotin, şerm û fedî kir. Bi stûxwarane derket û bilind bû lê nexwest ku biçe ava û neçû jî, nexasim jî li çar parçeyên ku di çarenûsa wan de weke ku tenêtî, zilm, zordarî, tunebûn, xizanî û nizam çi çi hatiye nivîsandin.. Dîsa Rojava, dîsa parçeyek ji dil, dîsa hêstên bi xemgîniyan qible şaşkirî û dîsa Kurdistan a qada êşên hevpar...Ji aliyê din dîsa bêdengî, dîsa bênamusî, dîsa çeqeltî û dîsa qada hevpar a xwînmijan...

Hînbûn an elimandina tiştan, bi dubarekirin û bi pirr caran pêkhatinê ve çêdibe tê gotin û tê zanîn jixwe..loma jî em êdî hînê mirinan, êşan û laşan bûn. Ma qet kêm nebûn û nequrçimîn ku destên Beko’evanan, xwînmijan, zordestan li sifra me ya xizaniyê, nebûn, nebûn kêm nebûn...û ma ji ezel heta ebed em ê dubere bikin bêhna qirêj a devên bêwijdan, bênamûs û  kafirbavan?!!..ma em ê nikaribin pêçiyên wan ên bi dek û dolap di nava kar û barên xwe de bibirin û derxin?!...Tu kesekî me, bê me bixwe û bê Xwedêyê dilovan tune ye..

Hovîtiya van cehşên DAIŞê li ber çavan in û berdewam in jî..Wele ji xwe wateya peyva “hovîtî”yê ji bo nîşandana wan kesan kêm û neçar dimîn e. Lewre ne ‘abdekekî Xwedê, ne jî heywanên bê hiş nikarin zilmeke wiha bikin. Hebe tune be van kesan, hin mehluqên din in. Ya herî balkêş jî ew e ku vê yekê bi ser navê dînê Îslamê -ku ev ol mafê kêzigeke herî piçûk jî diparêze- dikin. Jixwe ya ku em dizanin û ya rast jî ew e ku Îslam teqez ne ev e. Lê mixabin di vê serdemê de em dibînin ku her qewmekî an civakekê, li gorê xwe dînekî Îslamê çêkiriye û wiha tevdiger e. Ger ku em dûr neçin û li Tirkiyeyê binêrin, ma heman rewş û lênêrîna ola Îslamê wê neyê berçavan, neyê fêmkirin?!..Hovîtî, tenê ne kirina van tiştan e; bêdengî hovîtiya herî mezin û qirêj e. Em dikarin bibêjin - ji xwe wisa ye jî- di warê zilm û zordariyan de pirêzeya Tirkiyeyê jixwe ne paqij e, hîn jî wisa ye. Lewre wek mînak em dikarin bi hezaran buyerên wekî Roboskiyê, kuştinên Ceylanan, bi hezaran mirinên kujer nediyar û hwd bilêv bikin...Sekna Tirkiyeyê ji gorê berjewendiyên xwe tê guhertin. Dil bixwaze dikare qala mirina hirçekî li qutûban jî bike, qala mirina kesekî di xewnan de jî bike, lê ku dil nexwaze jî buyer u komkujiyên di bin guhê xwe de jî nabîne..Bi rastî divê êşa her kesekî, her civakekê, her neteweyekî, her mehluqekî êş û kesera me tevan a hevpar be. Hîn duh li Somayê di kana madenê de ewqas karkeran jiyana xwe ji dest da, em hemû gelên Kurdistanê weke ku şîn şîna me be, em pê êşiyan û em rabûn ser piyan..

Çapemeniya Tirkiyeyê jî bi vî şiklî tevdigere, lewre ew jî bi gelemperî di bin baskên dewletê de ne. Em werin ser oldar an dîndarên vir. Çima dengên wan dernakeve ji bo van komkujiyan, ji bo dardakirinên Îrana bêbav?!!..Erê, weke hûn jî dizanin sedem diyar e. Me di sêrî de jî gotibû her kesekî ji gorê xwe Îslam xistiye rewşekê mixabin, li gor berjewendiyên xwe sitrandine. Çi rewş, çi serpêhatî û çi jî çîrok me ev e. Xwedê li gor Îslama rast û rast tevgerandinê, lênêrînê qismetê me tevan bike, zilm û zordaran li holê rake. Me û hemû mirovahiyê di bin sîwana xwînmijan de xilas û azad bike. Yekîtî, biratî û desthevgirtinê têxe nava me....

  • Yorumlar 0
  • Facebook Yorumları 0
    UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış yorumlar onaylanmamaktadır.
    Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
Yazarın Diğer Yazıları
Tüm Hakları Saklıdır © 2007-2015 Zap Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.